Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê berevanîya peymana dawî ya bi Îranê re ji bo bidawîkirina şerê 40 rojî kir û got ku ew eşkere dike ku Îran dê çekên navokî bidest nexe.
Trump di çarçoveya civîna G7 de li Fransayê ji rojnamevanan re got: "Tenê tiştê ku bi rastî ji bo min girîng e ew e ku Îran dê qet çekên navokî bidest nexe, û peyman vê yekê bi dengekî bilind û zelal ji me re dibêje."
Serok Trump got ku eger hikûmeta Îranê hewl bide çekên navokî bidest bixe, dojeh dê vebe.
Ji bo parastina peymana bi Îranê re, Serokê Amerîkayê got ku peyman ketiye qonaxeke duyemîn ku ji ya berê hêsantir bû.
Îran û Amerîkayê peymanek îmze kir ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got belgeya wê "rûpel û nîvek." Di 14'ê Hezîranê de peyman bi awayekî elektronîkî hate îmzekirin ku "şer li hemû enîyan bidawî dike."
Herdu welatan li hev kir ku piştî ku roja Înê peyman were îmzekirin, Tengava Hormuzê demûdest vekin û artêşa Amerîkayê dorpêça xwe ya deryayî li ser benderên Îranê rake.
Tehran û Washington wê hingê dê 60 roj hebin ku li ser mijarên din, bi taybet uranyuma dewlemendkirî ya ji sedî 60 a Îranê û çalakîyên navokî, bigihêjin rêkeftinekê.
Serok Trump herwiha got ku bidestxistina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji hêla Amerîkayê ve "ji hêla derûnî ve" girîng e.