Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku ewê li Koşka Sipî kombûneke taybet bi Îranê pêk bîne da ku biryareke dawî derbarê rewşa wî welatî bide.
Trump li ser platforma Truth Social got: "Divê Îran qayîl bibe ku ewê qet çekek an bombeyeke navokî bidest bixîne. Divê Tengava Hormuzê demûdest bê bac ji bo tevgera keştîvanîya bê asteng vebe."
Serokê Amerîka herwiha got ku ewê hemû mayînên deryayî ji holê werin rakirin, tevî ku gelek nemane ji ber ku hêzên Amerîkî di dema dawî de piranîya wan rakirine.
"Îran dê rakirina demûdest an jî teqandina her mayînên mayî, ku ne gelek in, bidawî bike," Serok Trump diyar kir.
Trump herwiha da zanîn ku "keştîyên ku li Tengavê ji ber dorpêça me ya deryayî ya baş û bêhempa, ku dê niha were rakirin, êdî dikarin prosesa vegera bo malê destpê bikin."
Serok Trump herwiha ragihand ku ewê uranyuma dewlemendkirî, ku bi navê "toza navokî" tê nasîn, dê ji bin erdê were derxistin. Wî got ku berî 11 mehan, di êrîşên Hezîrana 2025'an de, firokeyên şer ên Amerîkî B2 ew uranyum binerd kiribûn.
Trump got ku ewê ti pere ligel Îranê neyê pevguhertin heta agahdarîyeke din. Wî diyar kir ku lihevhatin li ser hinek mijarên din yên girîngîya wan kêmtir e hatiye kirin.