Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Duşemê, piştî êrîşa Îranê li ser hêzên Amerîkî li Urdunê, gef xwar û got ku Amerîka dê êrîşeke tund û bi hêzeke mezin li Îranê bixe.
Trump ji Trey Yingst, Peyamnêrê Fox News re got," Amerîka dê bersiva êrîşa Îranê ya ku duh bi şev li ser hêzên Amerîkî li Urdunê pêk anî, bidin. Em ê bi hêzeke mezin li wan bixin."
Wî herwiha got Parastina esmanî ya Amerîkayê hemû mûşekên Îranî asteng kirin, ji bilî mûşekekê ku hiştin derbas bibe, ji ber ku wan dizanî ew dê li cihekî girîng nekevin."
Trump diyar kir ku Îranî dixwazin danûstandinan bikin, lê ew bi gomane bawerî bi Tehran re tune ye û got, "min hîn biryar nedaye ku bi wan re bicivim."
Di daxuyaniyeke din de li gel Fox News Trump pesnê serkeftina dorpêçkirina benderên Îranê da, herwiha pesnê fişarên darayî yên ku Washington li ser Tehranê sepandine da.
Ew bawer dike ku tedbîran aborî yên li dijî Îranê hatine standin, bûne sedema paşveçûna wê rejîmê, û wî Îran wekî welatek ku bûye dewleteke têkçûyî binav kir.
Trump di bernameya "Sunday Night in America" de diyar kir ku berpirsiyarên Îranî "mirovên pir tund û pir xerab in", û bi giranî rawestiya li ser metirsiyên hebûna şîyanên navokî li cem wan.
Wî zêde kir, "heke wan çekên navokî hebûna, ew ê wan bi kar anîbûna."