Trump: Gelek Welat Dê Keştîyên Şer Bişînin da ku Tengava Hormuzê Vekirî Bimîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê got ku gelek welat dê keştîyên şer bişînin Rojhilata Navîn da ku Tengava Hormuzê vekirî bimîne.

Serok Trump di postekê de ser platforma Truth Social got: "Gelek welat, bi taybet ewên ku ziyan ji ber hewldana Îran bo girtina Tengava Hormuzê dîtine, dê keştîyên şer bişînin, da ku bi hevkarî ligel Amerîka tengavê vekirî û ewle bihêlin."

Trump got ew hêvî dike ku Çîn, Fransa, Japon, Koreya Başûr, Brîtanya û welatên din keştîyên şer bişînin deverê.

Serokê Amerîkayî herwiha got: "Hemdem, dê Amerîka berava (Îranê) bombebaran bike û êrîşan li ser keştî û gemîyên Îranê di nav avê de bike."

Trump di posta xwe de got ku ewê bi şêweyekî ji şêweyan nêzîk Tengava Hormuzê dîsa vekirî, ewle û azad be.