Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kanala CBS News re got ku ew hîn ne amade ye dev ji hewldanên li Îranê berde da ku Îran Tengava Hurmuz veke.
Peyamnêrê CBS News li Koşka Sipî roja Sêşemê ligel Trump peywendî kir ji bo hûrgilîyên zêdetir li ser peyameke medyaya civakî ku pêşniyar kiriye ew dev ji vê hewldanê berdide.
Trump nerazîbûna xwe dubare kir ku welatên din leşker û amûr neşandine bo beşdarî şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê de li dijî Îranê bibin, lê got ku ew hîn ne amade ye hêzên Amerîkî ji şer vekişîne.
Wî got: "Ezê wê yekê bikim lê hîn jî ew dem nehatiye. Welat neçar in ku vê yekê bi tena serê xwe birêve bibin. Îran lawaz e, lê divê ew werin û karê xwe bikin."
Serokê Amerîkayê dubare kir ku tevî berdewamîya êrîşên Îranê li ser keştî û binesazîya Kendavê, "ti metirsiyeke rastîn" li Tengava Hormuzê nîne.
"Ezê li wir bim, lê eger ew di peydakirina sotemenîyê de pirsgirêk hebin, bila werin û dema ku pêwîst be wê bistînin," wî got. "Ka em werin û bistînin. Wan nexwest ku alîkarîya kesî bikin."