Trump: Îranê Xwestîye Tengava Hormuzê di Zûtirîn Dem de Vebe

IRAN-CRISIS/TRUMP-ADDRESS

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Îranê daxwaz kirîye ku Tengava Hormuzê di zûtirîn dem de were vekirin.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Îranê em agahdar kirine ku ew di 'Rewşa Hilweşînê' de ne. Ew dixwazin ku em 'Tengava Hormuzê' di zûtirîn dem de vekin, ji ber ku ew hewl didin rewşa serkirdayetîya xwe nas bikin (Ez bawer dikim ku ew ê bikaribin bikin!).”

Amerîkayê ji 13'ê Nîsanê ve Tengava Hormuzê dorpêç kiriye û Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) heta niha nêzîkî 40 keştî vegerandine ya jî berê wan guherandîye.

Dora 20% ji dabînkirina petrola cîhanê di wê tengavê re derbas dibe. 84% ji petrola xav û 83% ji gaza xwezayî ya şil di wir re derbas dibin û ber bi bazarên Asyayê ve têne şandin.