Trump Gotarekê li ser Binpêkirinên Mafên Mirovan li Îranê Parve Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê gotareke rojnameya Jerusalem Post li ser tepeserkirina xwepêşandanan û zêdebûna destdirêjîyên seksî di nav zindanên Îranê de parve kir.

Trump gotara rojnameya Îsraîlî li ser platforma xwe ya Truth Social parve kir.

Raport çavkanîyên mafên mirovan û dîdevanan wergirtine da ku rewşa xirab a mafên mirovan li Îranê rave bike. Ew herwiha behsa zêdebûna tepeserkirin, desteserkirinên berbelav, darvekirin û destdirêjîyên seksî bi ser girtiyên siyasî û xwepêşanderên girtî dike, bi taybet dijî jin û keçên ciwan.

Raporta Jerusalem Post behsa serpêhatîyên çend jinên girtî dike ku dibêjin di dema vekolînê de rastî êşkence û destdirêjîya seksî hatine. Yek ji wan jinan got ku piştî wê red kir ku bi zorê mukir were, karmendên ewlekarîyê bi daran ew êşkence dan.

Di beşekî din yê raportê, behsa rewşa Nêrgiz Mihemedî, xwedîya Xelata Aştîyê ya Nobelê dike. Tê de ew dibêje di girtîgehê de ew ji xizmetên tenduristîyê bêpar kirine. Herwiha tirs ji cezayê darvekirinê li ser hejmarek ji çalakvan û xwepêşanderên jin zêde bûne.

Serok Trump wêneyên sê girtîyên jin, Warîşa Mordayî, Paxşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, ku hemû jî di girtîgehên Îranê de di rewşeke xirab de ne, belav kir.

Hersê jin bi tawana endamtîya komên çekdar ên li dijî hikûmeta Îranê bi sêdaredanê û zindana hetahetayê hatine cezakirin. Ew û parêzerên wan bi tundî van sûcan red dikin.