Trump: Emê Demûdest Tengava Hormuzê Bigirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê got ku kombûna bi Îranê re baş bû, erêkirin li ser piranîya xalan bû, lê xala ji hemîyan girîngtir nehate erêkirin.

Serokê Amerîkî li ser platforma Truth Social got,”Demûdest, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, yên herî baş ên Cîhanê, dê dest bi pêvajoya Astengkirina her keştîyeke ku hewl dide bikeve an jî ji Tengava Hormuzê derkeve bikin. Di demekê de, em ê bigihêjin xalekê ku "rê bidin hemûyan derbas bibin û dervekin.”

“Girtin dê di demek nêzîk de dest pê bike. Welatên din dê beşdarî vê girtinê bibin. Destûr nayê dayîn ku Îran ji vê kiryara neqanûnî ya zirtanbazîyê sûd werbigire. Ew pereyan dixwazin û ya girîngtir, ew navokî dixwazin. Wekî din, û di demek guncaw de, em bi tevahî amade ne û Artêşa me dê tiştê hindik ê ku ji Îranê maye biqedîne!”

Serok Trump di posteke din de jî got, “Îranê soz da ku Tengava Hormuzê veke, lê bi zanebûn nekir. Ev yek ji bo gelek kes û welatên seranserî cîhanê bû sedema xem û êş û bêserûberîyê.”

Serok Trump got, “Ew dibêjin wan mayîn avêtine nav avê, tevî ku hemû Hêzên Deryayî yên wan, û piranîya keştîyên wan ên avêtina mayînan, bi tevahî hatine teqandin.”

Serok anî ziman ku, “dibe ku wan ev yek kiribe, lê xwedîyê kîjan keştîyê dixwaze şansê rewşeke wiha bigire? nerastgoyîyeke mezin û zîyana mayînde gihiştîye navûdengê Îranê, û "Rêberên" wan ên mayî, lê me ev hemî derbas kirine. Wekî ku wan soz da, çêtir e ku ew pêvajoya vekirina zû ya rêya navnetewî ya avê dest pê bikin! Her qanûnek ji hêla wan ve tê binpêkirin.”

Trump anî ziman ku, “cîgirê serok JD Vance, Nûnerê Taybet Steve Witkoff, û Jared Kushner, li ser civîna ku li Îslamabadê bi serkirdayetîya hêja û hişmend a Mareşal Asim Munîr, û Serokwezîr Şehbaz Şerîf, ya Pakistanê pêk hat, bi tevahî ez agahdar kirim.”

Wî got, “Civîna bi Îranê re serê sibê dest pê kir, û tevahiya şevê dom kir - Nêzîkî 20 demjimêran. Ez dikarim bi berfirehî biçim û li ser gelek tiştên ku hatine bidestxistin biaxivim, lê tenê tiştek girîng e -Îran naxwaze dest ji niyazên xwe yên Navokî berde!”

“Bi gelek awayan, xalên ku hatine erêkirin ji berdewamkirina Operasyonên me yên leşkerî heta dawîyê çêtir in, lê ew xal hemû ne girîng in li beramber destûrdayîna ku hêza navokî di destên mirovên ewqas ne aram, dijwar û nepêşbînîkirî de be,” Trump got.

Serok bal kişand ser şanda goftûgoyan û got, “hersê nûnerên min, bi nûnerên Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, Ebas Eraqçî, û Elî Baqirî re pir dostane û rêzdar bûn, lê ev ne girîng e ji ber ku ew di mijara herî girîng de pir bêwestan bûn û wekî min her gav gotiye, ji destpêkê ve, û gelek salan berê jî, dê Îranê qet çekên navokî nebin.”