Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku komeke keştîyên şer ên Amerîkayî ber bi Îranê ve diçe.
Trump îro Çarşemê di postekê de li ser Truth Social got ku komeke mezin a keştîyên şer ber bi Îranê ve diçe. Ew bi lez, bi hêz, coş û armanceke mezin diçe. Ew koma keştîyan mezintir e, bi serkêşîya Keştîya firokhilgir a mezin Abraham Lincoln, ku ji ya ku bo Venezuelayê hatiye şandin, mezintir e. Mîna Venezuelayê, ew amade ye, dixwaze û dikare bi lez, eger pêwîst be bi tundî, erka xwe bi cih bîne."
Di dirêjahîya posta xwe de, serokê Amerîkayî got ku "Hêvîdar im ku Îran zû 'Were ser Maseyê' û li ser peymaneke dadmend û wekhev danûstandinan bike - bê çekên navokî- peymanek ku ji bo hemû alîyan baş be. Dem derbas dibe, bi rastî dem li vir pir girîng e!"
Wî her wiha got" Wekî ku min berê jî ji Îranê re gotibû: Peymanekê bike! Wan nekir, û "Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê" çêbû, ku wêrankirineke mezin a Îranê bû. Êrîşa din dê pir xirabtir be! Nehêlin ku ev yek careke din çêbibe."
Trump Sêşemê jî di civînekê de ligel alîgiran li wîlayeta Iowa de heman hişyarî dabû Îranê.
Keştîya firokhilgir USS Abraham Lincoln berî çend rojan bi fermana serok Trump berê xwe da Rojhilata Navîn, li vê dema ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibin.