Serokê Amerîkayê Donald Trump do Pêncşemê li dema bersivdana rojnamevanekî ka gelo di çend rojên dawî yê de ew ligel Îranê axivîye, got “Ez hem axivîm û hem planek min heye.”
Serok Trump got, “Me keştîyên pir mezin û bihêz şandine û wê pir baş be ku em wan bikar neyînin.”
Serokê Amerîkayê da zanîn ku wî du tişt ji Îranê re gotine, ya yekem “Na bo çekên navokî û ya duyem jî divê kuştina xwepêşanderan rawestîne. Wan bi hezaran kes huştin û berî du hefteyan min bidarvekirina 800 kesan rawestand.”
Di heman demê de û li gor raporteke rojnameya New York Post, Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth li dema kombûna hikûmeta Amrîkayê ya roja Pêncşemê hişdarî da Îranê û tekez li ser şiyanên hêzên Amerîkayê û viyana Serok Trump kir.
Hegseth ragihand ku “Ew (Îran) nabe hewlên bidestxistina çekên navokî bide û em amade ne her tiştê Serok ji me bixwaze, bich bikin.”