Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Îranê lêborîn ji cîranên xwe yên Rojhilata Navîn xwestiye û soz daye ku armanckirina wan rawestîne.
Trump îro Şemîyê di postekê de li ser platforma Truth Social got: "Ev soz tenê ji ber êrîşa bêhempa ya Amerîka û Îsraîlê bû. Wan (rejîma Îranê) dixwest destê xwe deyînin ser Rojhilata Navîn û wê birêve bibin."
Serokê Amerîkayê got ku welatên herêmê spasîya wî kirine ji ber ev cara yekem e di hezarên salan de ku Îran têk diçe û radestî Rojhilata Navîn dibe.
"Îran nema êdî şerfiroş e li Rojhilata Navîn, lê ew li Rojhilata Navîn têkçûyî ye û dê bi dehên salan wisa bimîne heta ku radest bibe an jî bi tevahî hilweşe."
Turmp herwiha pêşnîyar kir ku eger pevçûn zêdetir bibe, dibe ku dever û komeke din ya xelkê di nav Îranê de werin armanckirin. Wî got ku ew niha di bin "berçavgirtineke cidî de ne ji ber kiryarên xirab Îranê."
Gotinên Trump di demekê de hatin ku Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan lêborîneke giştî ya ne asayî ji welatên cîran re kir, ewên ku ji ber kiryarên Îranê di dema alozbûna şer de bandor li wan bûye.
"Ez bi xwe lêborînê ji welatên cîran dixwazim, yên ku ji kiryarên Îranê bandor dîtine," wî got, û bang li hikûmetên herêmê kir ku beşdarî operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê nebin.
Pizîşîyan got ku Civata Rêvebirîyê ya demkî li Îranê biryar daye ku êrîşên li ser welatên cîran rawestîne eger êrîş ji wan welatan neyên kirin.
Operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de destpê kir bi mebesta astengkirina tevgerên êrîşkar ên Îranê li herêmê û sînordarkirina şiyana wê ya bidestxistina çekên navokî û mûşekan.
Di encama operasyonê de gelek rêberên payebilind ên rejîma Îranê hatin kuştin, di nav de Rêberê Bilind Elî Xamineyî. Artêşa Amerîkayî gotîye ku hêza deryayî ya Îranê hatiye rûxandin.
Îran û komên çekdar yên ser bi wê ve bi sedan êrîşên mûşek û dronan li ser welatên herêmê pêk anîn.
Rêberên herêmê xembar in ku eger hewldanên dîplomatîk nikaribin krîzê kontrol bikin, şer dê li seranserê Rojhilata Navîn belav bibe.