Serok Donald Trump dîyar kir ku Amerîka amadekarîyan dike ku îşev dijî Îranê jimareke êrîşên din pêk bîne.
Trump ev daxuyanî di preskonferansekê de li Hilcivîna NATO’yê li Enqerê, Tirkîyê, îro Çarşemê da.
Wî anî ziman ku karbidestên Îranê mîna ku 47 salan heman serederî dikin, gavên pir xirab tavêjin û bi bîr xist ku Îranê jimareke dron û mûşek avêtîne û herwiha li çend keştîyên li Tengava Hormuzê xistine.
"Jiber vê yekê me duh bi şev pir bi tundî li wan xist. Bi îhtîmaleke mezin, emê îşev dîsa bi tundî êrîşî wan bikin. Ezê hişyarîyekî piçûk bidim wan. Emê îşev bi tundî li wan bixin," Trump got.
Trump herwiha bal kişand ku hêzên Amerîkî şeva borî êrîş birine ser ku keleha petrolê ya Îranê, Girava Xarg û dibe ku Amerîka dest bide ser wê giravê.
"Dibe ku em Girava Xarg bigirin. Tiştekî ku ew dikarin bikin tune ye," wî got.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku wî hêzên Amerîkî agahdar kirîye ku “xetên petrolê nekin armanc, lê ew dikarin li her tiştî bixin û ewê lêxin," Trump got.
"Dibe ku ew îşev dîsa lêxin," Trump dubare got.
Trump hevdem da zanîn ku her pêwîst bike, wê Amerîka wê santralên elektrîk û paqijkirina avê yên Îranê ji têk bibe.
Serokê Amerîkî bal kişand ku tevî hewlên karbidestên payebilind yên rêveberiya wî, dibe ku bi Îranê re peymanekî aştiyê qet ti cara pêk neyê.
Trump got ku danûstandkarên Îranê "derewan dikin" û "xapînok in", û dibe ku Amerîka "bêyî peymanekî" dij Îranê pêngavan pavêje.
"Ez nizanim emê peymanekê çêbikin yan na. Dibe ku em bêyî peymanekê tevbigerin. Hêsantir e. Jiber ku ev kes derewan dikin û me dixapînin, " wî got.
Hejayî bal kişandinê ye ku Amerîkayê şeva borî gelek êrîşên tund birin ser Îranê.