Trump: Gelek Xalên Gotûbêjên Amerîka û Îranê ku Têne Belavkirin Sexte ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku hin lîsteyên girêdayî rêkeftina agirbestê ya Amerîka û Îranê lîsteyên sexte ne.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got,“gelek peyman, lîste û name ji alîyê kesên ku ti têkilî bi danûstandinên Amerîka û Îranê re tune ne, têne şandin. Ew di gelek rewşan de, bi tevahî sextekar, fêlbaz û kesên xerabtir in.”

Trump got, “piştî ku lêpirsîna me ya Federal biqede, ew ê bilez werin eşkerekirin. Tenê komek (xalên) watedar hene ku ji alîyê Amerîkayê ve hatine pejirandin, û em ê di van danûstandinan de li pişt derîyên girtî li ser wan nîqaşê bikin.”

“Ev in xalên bingeha ku me di agirbestê de li ser wan li hev kiriye. Ew tiştekî watedar e, û dikare bi hêsanî jî were jinavbirin,” serok got.

Wî anî ziman ku “ew pir dişibihe nûçeyên derew ên CNN'ê doh êvarê, bi sernavê 'çavkanîyekê' ku ti hêz an desthilat tunebû ku nameyek binivîse û îdîaya desthilateke mezin bike.”