Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got ku danûstandinên ligel Komara Îslamî ya Îranê dê vê hefteyê pêk werin.
Trump bi amadebûna çend endamên Kongresa Amerîkayî, di nav de Senator Lindsey Graham, ev axaftin kir û got ku hîn ne diyar e ka dê tiştek bi rastî di van danûstandinan de pêk were.
Serokê Amerîka da zanîn ku Komara Îslamî berê derfet hebû ku bi rêya danûstandinan bigihêje rêkeftinê, lê danûstandin serkeftî nebûn û me Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê pêk anî."
Trump got ku ew bawer nake desthilatdarên rejîma Îranê dixwazin bûyerên Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê dubare bibin, ku tê de navendên navokî yên Komara Îslamî hatin armanckirin. Wî got ku Îran dixwaze bi wan re biaxive.
Gotinên Trump piştî wê yekê bûn ku leşkerîya Amerîkayî got ku wan droneke Îranî xistiye ku roja Sêşemê nêzîkî keştîya firokan USS Abraham Lincoln li Deryaya Erebî bû.
Firoka bêmirov Shahed-139 ya Îranê ber bi keştîyê ve dihat û ji hêla firoka şer a F-35 ya Amerîkayî ve hat armanckirin û xistin.
Karoline Leavitt, Berdevka Koşka Sipî di hevpeyvînekê de bi kanala Fox News re ev nûçe piştrast kir.
Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayî (CENTCOM) jî got ku dron nêzîkî keştîyê bû "bi armanceke nediyar û bi şêweyekî êrîşkar."
Serok Trump berê jî gef xwaribû ku dê êrîş bike eger rejîma Îranê xwepêşanderên dijî hikûmetê bikuje. Tê ragihandin ku bi hezaran kes di encama tepeserkirina rejîmê de hatine kuştin.