Serok Donald Trump roja Pêncşemê red kir ku Amerîka dê çekên navokî di şerê ligel Îranê bikar bîne û diyar kir ku ew di ne bin fişarê de ye ku bilez peymaneke xirab bi Îranê re bike.
Trump ev şîrove di bersiva pirsa rojnamevanekî de Koşka Sipî da.
"Çima ezê çekê navokî bikar bînim? Me bi tevahî, bi awayekî pir asayî, bêyî wê (çekê navokî) ew hilweşandin," wî got. Trump behsa operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê kir ku di 28'ê Sibatê de destpê dikir.
Karbidestên Wezareta Cengê dibêjin ku operasyonê hilweşandina hêza deryayî, hêza esmanî, bingeha pîşesazîya berevanîyê û navendên fermandarî û kontrolê yên rejîmê pêk anîye.
"Na, ezê wê bikar neyînim. Divê tu carî destûr neyê dayîn ku çekê navokî ji alîyê kesî ve were bikaranîn," Trump got.
Serok Trump li ser danûstandinan û çiqas ew amade ye ku li benda bersivekê ji Îranê be şîrove kir û got ku ew ne di bin fişarê de ye ku bi Îranê re peymanek xirab bike. Wî da zanîn ku ew ji bo Amerîka û cîhanê peymaneke "mayînde" dixwaze.
"Ez dixwazim peymana herî baş çêbikim. Ez dikarim niha peymanekê çêbikim. Hûn dizanin ku eger ez niha biçim, dê 20 sal ji wan re pêwîst be da ku ji nû ve ava bikin? Lê ez naxwazim vê yekê bikim. Ez dixwazim ew mayînde be. Ez dixwazim ew li cihekî be ku ew qet nagihêjinê, qet derfeteke wan tune be ku çekên navokî bidest bixin," wî got.
Serokê Amerîkî herwiha da zanîn ku Amerîka "kontrola tevahî" ya Tengava Hormuzê dike û ew wê girtî dihêle da ku Îran rojane 500 milyon dolarî qezenc neke "heta ku ew vê yekê çareser bikin."
Trump got, "Hûn dizanin kî di bin fişara demê de ye? Ew di bin fişarê de ne, ji ber eger petrola xwe veneguhêzin, tevahîya binesazîya wan a petrolê dê biteqe ... ji ber ku cihek wan tune ku wê hilînin."
Wî got ku tengav "dê vebe dema ku ew [Îran] peymanekê çêbike an tiştekî din ê pir erênî çêbibe."
Serok Trump got eger Îran negihêje rêkeftinekê, "Ezê wê bi awayekî leşkerî biqedînim."