Trump: Operasyonên Dijî Rejîma Îranê Dê di Demeke Nêzîk de Bidawî Bibin

Serok Trump li dema civîna ligel Serokwezîra Japonê li Koşka Sipî. 19'ê Adarê, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje operasyonên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê bi awayekî baş derbas dibin û diyar kir ku ewê di demekê nêzîk de bidawî bibin.

Li dema civînekê ligel Serokwezîra Japonê Sanae Takaichi li Koşka Sipî, Trumpîro Pêncşemê got ku "gelek veqetîn" di nav artêşa Îranê de çêbûne.

Serok Trump operasyonên dijî rejîma Îranê, ku li 28'ê Sibatê destpê kirin, wekî "geştekê" binav kir.

"Dema ku her tişt ji bo me baş diçû, min dît ku li Îranê çi diqewime. Min got ez naxwazim bikim ku vê geştê bikim, lê divîyabû ez bikim. Emê wê geşta kurt bikin û dema ku ew bidawî bibe dê cîhana me ewletir be," wî got.

Serokê Amerîkayê tekez kir ku piranîya welatên cîhanê bi Amerîkîyan re li ser metirsîyên rejîma Îranê li ser ewlehîya cîhanî hevbîr in. Wî destnîşan kir ku divê em "vî agirî vemirînin ku dê di demeke nêzîk de bidawî bibe."

Trump dubare kir ku pêwîstî bi hevalbendên Amerîkayê heye ku korîdora enerjîyê ya li Tengava Hurmuz biparêzin. Wî got ku hikûmeta Japonî amadekarîya xwe ji bo zêdekirina rola welêt nîşan daye.

Wî herwiha tekezî li ser têkçûna şiyana leşkerî ya Îranê kir û da zanîn ku berevanîya asmanî ya Îranê wêran bûye. Wî diyar kir ku Îranê şeva borî 114 mûşek avêtin lê hemû li asmên ji hêla sîstema berevanîya Amerîkî ve hatin xistin.