Raport: Trump Bijareyên ser Îranê ligel Sêwirmendên Xwe Nîqaş Kirine

Raport dibêjin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê êvarê ligel şêwirmendên xwe yên payebilind civînek girtî lidar xist da ku li ser bijareyên li dijî rejîma Îranê, di nav de berfirehkirina operasyonên leşkerî, nîqaş bikin.

Televizyona ABC News ev nûçe li ser zarê du çavkanîyên ku bi mijarê dizanin ragihand.

Rojnameya New York Times behsa heman civînê kir. Li gor agahîyên çar kesên "ji civînê agahdar in," rojnameyê got ku armanc ew bû li ser zêdekirina êrîşa leşkerî biryar were dayîn û endamên payebilind ên kabîneya wî amade bûn.

Televizyona CNN jî li ser zarê çavkanîyekê ku bi mijarê dizane, got ku civîn li ser egera zêdekirina şer bû, eger danûstandin bisernekevin.

Li gorî New York Times, civîn di demekê de tê ku siyaseta Serok Trump a li hember rejîma Îranê dibe ku gihîştibe xaleke werçerxê.

Rewş piştî hilweşîna agirbestê û yadeşta lihevtêgihîştinê çêbû ku tê texmînkirin ku her du alîyan ji bo du mehan vegerîne ser maseya danûstandinan da ku li ser peymaneke bêçekkirina navokî ya demdirêj a Îranê danûstandinan bikin.