Serokê Amerîka Donald Trump şeva borî got ku diyare hin xelk li Îranê hatine kuştin ku pêwîst bû neyêne kuştin.
Trump di axaftina xwe ya li gel peyamnêran de, li ser balafira Air Force One, anî ziman ku serkirdeyên Îranê”tundrew in û bi rêya tundûtûjîyê desthilatdarîyê dikin.”
Trump got, “em bi awayekî cidî rewşê dişopînin, leşkerên me rewşê dişopînin, û em hin bijarên pir bihêz didin ber çavan. Emê biryarê bidin.”
Di axaftina xwe de, serok got, “serkirdeyên Îranê duh telefon kir da ku guftûgoyan bikin, ew dixwazin danûstandinan bikin… Civînek tê sazkirin, lê dibe ku em neçar bimînin ku tevbigerin ji ber tiştên ku berî civînê qewimîne.”
“Xwepêşander azadîyê dixwazin. Demeke dirêj e ku Îranê rê nedaye azadîyê.
Xwepêşander di bin dorpêçkirinê de ne û dixwazin kes alîkarîyan wan bike. Niha diyar e ew têne gulebarankirin û ev jî tiştekî pir xerab e.”
Serok, berê jî bi awayekî eşkere û bi tundî gelek caran gotibû ku eger hikûmeta Îranê dest bi kuştina xwepêşanderan bike, dê Amerîka alîkarîya gel bike û Komara Îslamî bike aramanc.
Xwepêşandanên seranserî Îranê ketine roja xwe ya 16an. Vîdyoyên piştrastkirî û raporên şahidan nîşan didin ku hêzên tepeserkirinê yên rejîma Îslamî guleyan li xwepêşanderan dibarînin.
Rêxistinên mafên mirovan hişyarîyê didin ku hejmara kuştiyan bi lez zêde dibe, û texmîn dikin ku bi sedan kes hatine kuştin.