Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê got ku ewê bijareyên xwe li ser Îranê vekirî bihêle û dibe ku êrîşên leşkerî yên din heta destpêka sala nû ragire.
Serok Trump ev daxuyanî di hevpeyvîneke nû de bi Reuters re da dema ku ji Asyayê di firokeya serokatîya Amerîkayê, Air Force One, de vedigerîya.
"Ezê piştî destpêka sala nû bi we re li ser vê yekê biaxivim," wî got dema ku li ser egera êrîşeke nû jê hat pirsîn.
"Dem di destên me de ye," Trump got.
Serok Trump di 8'ê Cotmehê de gotibû ku Amerîkayê berî hilbijartinên nîvdemê ên 3'ê Mijdarê êrîşî Îranê nakin. Wî bi awayekî cuda got ku encamên hilbijartinê dê "tu bandorê" li ser biryarên wî yên li ser çalakîyên leşkerî yên din ên gengaz ên li dijî Îranê nekin.
Trump bi berdewamî soz daye ku rê li ber rejîma Îranê bigire ku çekên nukleerî bi dest bixe.
Di vê navberê de, Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê zext li Îranê kirine ku destûrê bide çavdêrên Ajansa Enerjîya Navokî ya Navneteweyî (IAEA) ku vegerin serdana cihên nukleerî yên Îranê yên ku di êrîşên leşkerî yên sala borî de zirar dîtine.