Trump Ne Piştrast E Kurê Şah Piştgirî li Nav Îranê Heye

Serokê Amerîkî Donald Trump do Çarşemê got ku kesayetîya opozisyona Îranî Reza Pehlewî “gelekî baş xuya dike,” lê nepiştrastîya xwe diyar kir ka kurê Şahê berê yê Îranê dikare piştgirîyê di nav welêt de bidest bixe da ku paşê desthilatê kontrol bike.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Reuters, Trump got ku derfetek heye rejîma Komara Îslamî li Îranê bikeve lê di rastîyê de "her rejîm dikare hilweşe. Çi [Komara Îslamî] hilweşe çi nebe, ew ê qonaxek balkêş be. Wî bi berdewamî gefeya destêwerdanê li Îranê kiriye ji bo piştgirîya xwepêşanderan dijî rejîmê.

Lê belê, Serokê Amerîkî di wê hevpeyvînê de dudil bû ku hemû piştgirîya xwe bide Pehlawî.

“Ew gelekî baş xuya dike, lê ez nizanim ka ewê çawa di hundirê welatê xwe de tevbigere. Herwiha, em hîn negihîştine wê xalê,” Trump got.

Serok Trump herwiha diyar kir, “Ez nizanim ka gelo wê welatê wî rêbertîya wî qebûl bike yan na. Bêguman, eger ew qebûl bikin, ewê ew yek ji bo min jî baş be.”

Reza Pehlewî yê 65 salî ji berî ku rejîma şah di sala 1979an de were rûxandin li derveyî Îranê dijî. Ew di van xwepêşandanên dijî rejîmê bûye dengekî navdar.