Serok Trump Dibêje Îran Dixwaze Danûstandinê Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê got ku dê rêvebirîya wî ligel rêberên rejîma Îslamî ya Îranê biaxive û bang li wan kir ku çalakîyên xwe yên navokî ku dibe bibin çek rawestîne.

Trump ev axaftin li Davosê kir, li dema ragihandina rêxistina Desteya Aştîyê. Ev rêxistina nû dê serpereştîya Kerta Gezayê bike, piştî du salên şer navbera Îsraîl û rêxistina Hemas ya terorîst ku Îran piştgirîya wê dike.

"Îran dixwaze biaxive û emê jî biaxivin," Serok Trump li dema gotûbêjkirina aştîyê li Rojhilata Navîn got. Wî ti dem ji bo destpêkirina van gotûbêjan nîşan neda.

Di hevpeyvînekê de roja Çarşemê ligel televizyona CNBC, Trump bang li Îranê kir ku bidestxistina çekên navokî rawestîne.

“Divê ew pirsgirêka navokî rawestînin. Ew bi berdewamî ligel navokî taqî dikin û di qonaxekê de ewê bigihêjin wê hizirê ku ew nikarin wê yekê bikin... Em nikarin bêlin ku wan hebe,” Trump got.

Ev bûye çend hefte ku xwepêşandanên dijî rejîma Îranê ji ber nerazîbûna ji rewşa aborî û buhabûnê didomin.

Trump di wê hevpeyvînê de got ku bi hezaran xelk ji alîyê hêzên rejîmê ve di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Dema ku jê hate pirsîn çima wî helwesta xwe derbarê bersivekê hember tepeserkirina xwepêşanderan ji alîyê rejîma Îranê ve, Trump got: “wê wan roja Pêncşemê 837 kes sêdare kiribana, lê min ji wan re got ku ew nikarin vî tiştî bikin, eger bikin wê xirab be... û wan ew yek betal kir û ez hêvî dikim mayîndeyî be.”

Di Hezîrana 2025an de, Amerîka êrîş bir ser çend navendên pêşxistina çekên navokî li Îranê. Trump hişdarî da ku eger rejîm hewlên xwe yên pêşxistina çekên navokî ji nû ve destpê bike, ewê kiryareke din hebe.

“Eger ew bikin, dê (êrîş careke din) pêk were,” Trump got.