Trump Dibêje Ew Nerasterast Beşdarî Guftûgoyên bi Îranê re Dibe

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump şeva Duşemê got ku ew ê bi awayekî nerasterast beşdarî danûstandinên Cinêvê yên roja Sêşemê bi Komara Îslamî ya Îranê re bibe.

Trump got, "Ez ê bi awayekî nerasterast beşdarî danûstandinan bibim û ew ê pir girîng bin. Em ê bibînin ka çi dibe. Lê Îran bi giştî danûstandkareke pir dijwar e."

"Komara Îslamî danûstandkareke xirab e ji ber ku cara borî me dikarîbû li şûna şandina firokeya bombeavêj B-2 ji bo tunekirina şiyanên wan ên navokî peymanek çê bikira. Em neçar man ku B-2 bişînin. Ez hêvî dikim ku ew vê carê bi hişmendî tevbigerin,” Trump got.

Di bersiva pirsekê de ka gelo raste ku peymanek bi Îranê re nepêkan e, Trump got:

"Na, ez dibêjim ew dixwazin peymanekê çêbikin. Ez dibêjim ew naxwazin bi encamên nepejirandina peymanekê re rû bi rû bimînin. Ew dixwazin peymanekê çêbikin."

Wezîrê werve yê Amerîkayê Marco Rubio jî gotibû ku dê zehmet be ku bi hikûmeteke ku ji hêla "rêberên olî yên Şî’e yên radîkal" ve tê rêvebirin re, peymanek çê bibe, lê Washington hîn jî dîplomasîyê tercîh dike.

Rubio roja Duşemê li Budapestê di konferanseke rojnamevanî de got, "Peymanek bi Îranê re ne hêsan e û me ev gelek caran gotiye."

Rubio got, "Derfetek heye ku bi rêyên dîplomatîk peymanek çêbibe û eger peymanek were kirin ku fikarên Amerîkayê çareser bike, em pêşwazîyê lê dikin."