Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyanîya îro ya serokê Meclîsa Şêwirmendîya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku Komara Îslamî dê danûstandinan bike, û eger neke, dê tiştên xirab biqewimin.
Di çend demjimêrên mayî de berî bidawîbûna agirbesta bi Komara Îslamî re, Donald Trump di bernameya " John Fredericks Radio Show " de li ser Îranê axivî.
Pêşkêşkerê bernameyê roja Duşemê êvarê bi dema Washingtonê ji serokê Amerîkî pirsî: "Îro peyama we ya dawî ji bo Îranê çi ye? Ew dibêjin ku ew danûstandinan nakin, ew naçin Pakistanê, û wan keştîyek gulebaran kiriye. Niha peyama we ji bo rejîma Îranê çi ye?"
Di bersiva vê yekê de, serok Trump ev îdî’ayên Komara Îslamî red kirin û got: "Ew ê danûstandinan bikin."
Trump anî ziman ku eger rayedarên Komara Îslamî danûstandinan nekin, "ew ê bi pirsgirêkên bêhempa re rû bi rû bimînin. Ew ê danûstandinan bikin, û em hêvî dikin ku ew ê bigihêjin rêkeftineke dadmend û vegerin ser avakirina welatê xwe... lê di her rewşê de, dê wan çekên navokî nebin."
Mihemed Baqir Qalibaf, roja Duşemê êvarê li ser tora civakî X’ê postek weşand û îdî’a kir ku Komara Îslamî di du hefteyên dawî de amadekariyên "nîşandana kartên nû di qada şer de" kirine