Trump: 1,000 Mûşek Amade ne ku Werin Avêtin Eger Îran Hewla Terorkirina Serokê Amerîkayê Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bi hezaran mûşek amade ne ku rejîma Îranê bikin armanc eger Tehran hewl bide ku Serokê Amerîkayê teror bike.

Trump roja Şemîyê di postekê de li ser platforma Truth Social de got: "1,000 mûşek amade ne û berê wan bi Komara Îslamî ya Îranê ve ye, ligel bi hezaran mûşekên din ku demûdest dê biçin, eger hikûmeta Îranê gefeya xwe bicih bîne ku Serokê Amerîkayê teror bike yan hewl bide ku wî teror bike."

Serokê Amerîkî herwiha got ku "ferman hatine dayîn û Artêşa Amerîkayê amade ye û dikare di nav salekê de, ku dibe were dirêjkirin, hemû deverên Îranê bi tevahî wêran bike."

Axaftinên Serok Trump hatin piştî çend raportên dezgehên ragihandina Amerîkayê ku Îsraîlê agahîyên îstixbaratî dane Amerîkayê derbarê planeke nû ya Îranê ji bo kuştina Serokê Amerîkayê.