Trump: Bêhtirî 9,000 Amerîkî bi Ewlehî ji Rojhilata Navîn Vegerîyane

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê got ku “ji destpêkirina Operasyona Hêrsa Dastanî(Epic Fury) ve, zêdetirî 9,000 Amerîkî bi ewlehî ji Rojhilata Navîn vegerîyane malên xwe”

Serok Trump li ser platforma xwe ya Truth Social got,”Eger hûn welatîyên Amerîkayê ne li Rojhilata Navîn û hûn dixwazin vegerin malê, ji kerema xwe, xwe li Step.State.Gov a Wezareta Derve qeyd bikin.”

Trump got,”Wezaret dê cihê ku hûn lê ne diyar bike û bijarên rêwîtîyê ji we re peyda bike. Em jixwe firînên kirêkirî, bêpere, û bijarên bazirganî dabîn dikin, ku em hêvî dikin bi demê re bêtir peyda bibin.”

Serok Trump lînka programa wezareta derve ya bi navê Programa Zîrek a Qeydkirina Rêwîyan di posta xwe de parve kir û got,” Welatîyên Amerîkayê dikarin her demekê telefona hêza erkdar a Wezareta Derve bikin.”