Trump: Divê Uranyuma Îranê li Amerîkayê an li Ciyek Din Were Jinavbirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Roja Bîranîna Leşkerên Cangorî de li Arlington, 25ê Gulanê, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de li ser tora civakî Truth Social got ku divê uranyuma dewlemendkirî ya Îranê demûdest bînin Amerîkayê bi armanca ku were jinavbirin, an jî bi hevkarî ligel Îranê bixwe li ciyekî din were tunekirin.

Trump di peyama xwe ya dawî de ya êvarîya roja Duşemê di Truth Social de weşandî got "Pêvajoya tunekirina toza navokî [uranyuma dewlemendkirî] divê bi amadebûn û di bin çavdêriya Komisyona Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) an dezgehek hevşêwe bo jinavbirinê bi encam bibe."

Serokê Amerîkayê behsa hurgiliyên têkildarî pûçkirina uryanuyma delwemendkirî ya Îranê bi danûstandinên berdewam ên Amerîka û Îranê re nekir, lê ev şîrove di demekê de tên ku hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina rêkeftinek nû li ser bernameya navokî ya Tehranê berdewam dikin.