Serok Trump Dibêje Şerê ligel Îranê dê Nêzîk bi Dawî Bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê got ku şerê bi Îranê re dibe ku di demeke nêzîk de bi dawî bibe, û Washington pêdivî bi garantîyekê heye ku Tehran çekên navokî bidest nexe.

Trump ev daxuyanî di hevpeyvînekê de ligel radyoya KCMO ya li Kansas City da, di demekê de ku hinek raport dibêjin dibe ku Washington piştî hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkayê ku 3'ê Mijdarê pêk tên, operasyonên leşkerî li dijî Îranê ji nû ve destpê bike.

Trump, di bersiva pirsekê de derbarê siberoja vê nakokîyê got: "Ev mijar dê di demeke nêzîk de were çareserkirin. Ew (Îranî) dixwazin peymanekê çêbikin, lê divê ew bi rastî peymanekê pêk bînin, anku garantîyekê bidin. Pêdivîya me bi garantîyekê heye ku tu carî çekên navokî nebin."

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance jî got ku nakokîya bi Îranê re dê dirêj neke.

Vance Pêncşemê di bernameyeke televizyona Fox News de li Teksasê got: "Donald Trump dê nehêle ku nakokîya bi Îranê re bibe şerekî bêdawî. Cûdahîyek heye navbera rexnekirina serpêhatîyên leşkerî yên şaş li derveyî welêt û gotina ku 'hûn qet û qet nikarin artêşa Amerîkayê bikar bînin'."

Ev daxuyanî di demekê de tên ku raport dibêjin Qeter û Pakistan hewl didin navbeynkarîyeke nû di navbera Amerîka û Îranê de pêk bînin. Malpera Axios ragihand ku navbeynkarên Qeterî îro Înê li Tehranê bûn da ku li ser pêşniyarekê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan gotûbêj bikin.

Karbidestekî payebilind ê Koşka Sipî Çarşemê ji Dengê Amerîka re got ku Amerîka di cihekî gelekî xurt de ye, û Trump "kontrol di destê wî de ye û ewê tişta herî baş ji bo Amerîkayê bike."