Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ew ne li jêr ti fişarê ye ku şerê Îranê bidawî bike û rexneyan li wan dezgehên ragihandinê dike ewên ku vê yekê belav dikin.
Trump roja Pêncşemê li ser platforma Truth Social got ku dezgehên wekî rojnameya New York Times û televizyona CNN di raportên xwe de dibêjin ew dixwaze zû şer ligel Îranê, lê "ez kesê herî dawî me ku di rewşeke wisa de fişar li min were kirin."
Serok Trump da zanîn ku dema wî heye, lê dem bi Îranê re nîne.
"Hêza Deryayî ya Îranê di binê deryayê de ye. Hêza Esmanî hatiye hilweşandin. Radar û çekên dijî firokan nema hene. Rêberên wan ji holê hatine rakirin. Dorpêç teng û xurte... Dem ne ligel wan e," Trump got.
Serokê Amerîkî herwiha diyar kir ku "peyman dê were kirin tenê dema ku ji bo Amerîka, hevalbendên wê û cîhanê guncaw û baş be."
Trump rexne li wan dezgehên ragihandinê kir û got ku xwendevan û bînerên wan kêm bûne ji ber ku ew agahîyên rast û durist belav nakin.