Trump: Îran ji Helwesteke Lawaz Hatiye ser Maseya Danûstandinan

Serokê Amerîkayê Donald Trump berevanîya peymana lihevkirinê ya di navbera Washington û Tehranê de kir û got ku ne Amerîka, lê Îran bi neçarî tevlî gotûbêjan bûye.

Trump îro Înê li ser platforma Truth Social got: "Em ji ber neçarîyê necivîyan. Îranê ew yek kir. 60 rojên me hene ku em bibînin ka em çi bikin û wan (Îran) dê sentekî jî nestîne."

Di posteke din de, serokê Amerîkayê diyar kir ku şiyanên leşkerî yên Îranê di şerê dawî de pir lawaz bûne. Wî got ku welat beşek mezin ji şiyanên xwe yên berevanî û leşkerî, di nav de hêza esmanî, deryayî, sîstemên berevanîyê û radarên xwe winda kirine.

Trump rexne li dijberên xwe yên siyasî girt û îdiayên ku dibêjin Îran niha ji ya berî çend mehan bihêztir e red kir. Wî got ku rastî nîşan dide ku Tehran niha di rewşek pir lawaztir de ye ji ya berê.