Serokê Amerîka Donald Trump, îro Duşemê, di platforma Truth Social de peyamek weşand û got "Bi kêfxweşî radigihînim ku Amerîka û Îranê di du rojên borî de li ser çareserîyeke berfireh û bêkêmasî ji bo armancên me li Rojhilata Navîn gotûbêjên pir berhemdar pêkanîn."
Serok Trump her wiha dibêje, "Li ser bingeha naveroka van gotêbêjên kûr, berfireh û avaker, ku dê di tevahîya vê hefteyê de berdewam bikin, min ferman da Wezareta Şer ku hemî êrîşên leşkerî yên li ser navendên elektrîkê û binesazîya enerjîyê ya Îranê ji bo pênc rojan rawestîne, bi şertê ku civîn û danûstandinên domdar serkeftî bin."
Li dawîya peyama xwe serok Trump di peyama xwe de dibêje, "Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê."