Trump: Îran Razî Bûye ku Uranyuma Dewlemendkirî Radest Bike

Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê êvarê got ku ew ne piştrast e ka gelo dirêjkirina agirbestê bi Îranê re pêwîst e, û da zanîn ku Tehran razî bûye ku uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike.

Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re got, "Ew razî bûne ku toz navokî bidin me."

Wî herwiha gef xwar ku eger Îran bi Amerîkayê re lihevkirinekê neke, ewê şer ji nû ve dest pê bike.

Agirbesta di navbera Amerîkayê û Îranê de, ku di 8'ê Nîsanê de dest pê kir, û dê di şeş rojên din de biqede.

Trump îsrar kir ku Îran lihevkirinekê dixwaze û got ku ew tiştên du meh berê nexwestin bikin niha dixwazin bikin.

Wî got, "Em pir nêzîkî lihevkirinekê bi Îranê re ne."

Serokê Amerîkî herwiha diyar ku eger rêkeftinek ligel Îranê pêk were, dibe ku ew jî biçe paytexta Pakistanê Îslamabad.