Serok Trump ji Axios re got ku ew ê Îranê di bin dorpêça deryayî de bihêle heta ku rejîm peymanekê qebûl bike ku xemên Amerîkayê yên li ser bernameya wê ya navokî nehêle.
Di axaftinên ku ji hêla Axios ve hatine ragihandin de, Trump got, "Dorpêç ji bombebaranê bibandortir e. Ew ê ji bo wan hîn xirabtir be. Nabe wan çekên navokî hebin."
Wî got ku Îran dixwaze ji bo rakirina dorpêçê rêkeftinekê bike "Ew dixwazin lihevhatin çê bibe. Ew naxwazin ez dorpêçê bidomînim. Ez naxwazim [dorpêçkirinê rakim], ji ber ku ez naxwazim çekên navokî li cem wan hebin."
Di vê navberê de, çavkanîyên Amerîkî ragihandin ku Trump heta êvara Sêşemê ferman nedaye ti çalakîyeke leşkerî, di heman demê de sê çavkanîyên agahdar eşkere kir ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê planek ji bo êrîşên "kurt û bihêz" amade kiriye ger pêvajoya danûstandinan têk biçe.
Ev pêşketin nîşan didin ku Washington dixwaze tekezîyê li ser dorpêçê bike, wekî rêbazeke sereke ya givaştinên li ser Tehranê.
Serok Trump îro serê sibê di peyameke kurt de di Truth Social de wêneke xwe yê dîjîtal a bi çek weşandbû û nivasndbû Dema "mêrê qenc" nemaye.