Fox News: Trump Hizra Dirêjkirina "Projeya Azadîyê" Dike

U.S. President Donald Trump holds an event with UFC fighters at the White House

Kenala Fox News belav kirîye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji wê re gotîye ku ew li ser dirêjkirina "Projeya Azadîyê" difikire, lê vê carê rêberîya keştîyan a ji alîyê Amerîkayê ve di Tengava Hormuzê de dê tenê bibe parçeyekî biçûk ji operasyoneke leşkerî ya mezin.

Serok Trump ev gotin di hevpeyvîneke telefonî de ya îro Duşemê de ligel John Roberts, rojnamevanê Fox News’ê axivî. Wî da zanîn ku wî heta niha biryara dawî li ser destpêkirina vê projeyê nedaye.

Operasyona "Projeya Azadîyê" hefteya borî ji alîyê Amerîkayê ve hat ragihandin, lê piştî daxwaza Pakistanê ya ji bo danûstandinên aştîyê yên bi rejîma Îranê re, zû hat rawestandin.

Serok Trump ser pirsa çima wî pêşnîyara dawî ya Îranê qebûl nekir, got tundûtûjîya ku rejîma Îranê li dijî welatîyên xwe dike "qet nayê qebûlkirin wê zêdetirî 42 hezar kes kuştin. "

Gelê Îranî "dixwaze dakeve kolanan. Çekên wan nînin. Wan çek di dest de nînin. Me digot qey Kurd dê çekan bidin (wan), lê Kurdan em bêhêvî kirin. Kurdan ew hilgirtin, ew hilgirtin... Ez ji Kurdan pir bêhêvî bûme."

Serok Trump herwiha got ku ew qet qebûl nakin ki Îran bibe xwedî çekê navkî. Serok Trump herwiha got "Îran ji hêla leşkerî ve bi tevahî haîtye têkbirin. Hinekî hêza wê maye ku dibe ku di vê heyamê de bidest xist be."

Trump ser rêveberîya Îranê jî got ku ew du beş in, hin ji wan dixwazin peymanek çê bibe û beşek jî tundrê û "Dîn in", ewên dîn "Dixwazin heta dawîyê şer bikin."

Serok Trump ser pirsa agirbestê got,"Ew bi awayekî ecêb qels e. Ez ê niha wekî ya herî qels bi nav bikim."

"Ez dikarim bêjim ku agirbest di rewşeke herî xerab de ye."