Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku wî li ofîsa xwe ya Koşka Spî bi hejmarek rêberên Rojhilata Navîn re li ser Komara Îslamî ya Îranê û peymaneke aştiyê gotûbêj kirine.
Serok Trump di tora civakî Truth de got, "Çend xulek berê, me bi Mihemed bin Selman Al Saud ê Erebistana Siûdî, Mihemed bin Zayîd Al Nehyan ê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Mîr Temîm bin Hemed bin Xelîfe El Thanî, Serokwezîr Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim El Thanî , Wezîrê Dewletê yê Qetarê Elî El Sewadî, Asîm Munîr Fermandarê Leşkerê Pakistanê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî, Şahê Urdonê Abdullahê Duyan, û Şah Hemed bin Îsa Al Xelîfe yê Behrêynê re danûstandinek pir baş encam da."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê da ku peymana di navbera Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê û wan welatên navhatî de, bi awayekî girîng danûstandin hatin encamdan û peyman tenê li benda dawîkirin û îmzekirinê ye.
Wî her wiha got ku wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi awayekî cuda axiviye û têkilî "pir baş" derbas bûye.
Serok Trump got ku hûrguliyên dawî yên peymanê dê di demek nêzîk de werin ragihandin û Tengava Hormuz dê li ser bingeha peymanê were vekirin.