Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê got ku ew ê tu peymanekê bi Îranê re çê neke eger watedar û cuda nebe ji peymana navokî ya sala 2015an a ku ji hêla rêveberîya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ve hatibû îmzekirin.
Di peyama xwe ya nû ya Truth Social de, Serok Trump bi tundî rexneyên xwe arasteyî Demokrat û hin Komarîyan dike jiber ku ew peymana nû ya bi Îranê re rexne dikin.
Trump got yên ku peymana nû ya bi Îranê rexen dikin "tiştek li ser peymana çaverêkirî ya bi Îranê re nizanin."
Trump bal kmişand ser peymana nû ya ku dê were îmzekirin û got, "Ew ê bi tevahî berevajî peymana navokîya karesatbar be, ku ji hêla rêveberîya Obama ve hatbû encamdan. Rêyek rasterast û vekirî bû ji bo ku Îran bigihîje çekên navokî. Na, ez peymanên bi vî rengî çênakim."
Trump herwiha got "Peymana bi Îranê re yan dê mezin û watedar be, yan jî dê ti peyman çê nebin."