WASHINGTON – Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku eger Washington û Tehran ji bo bidawîkirina pevçûnê li hev bikin, Amerîka dê bi Komara Îslamî re kar bike da ku uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji holê rake.
Trump her wiha hişyarî da ku eger danûstandin bi ser nekevin, Amerîka dê bijardeya leşkerî derxe pêş û şiyanên mayî yên Komara Îslamî ji holê rake.
Trump di hevpeyvînek taybet de roja Yekşemê bi NBC News re got, "Ger em peymanek çêbikin û têkiliyên dostane hebin, em ê vî karî bi hev re bikin. Em ê alavan peyda bikin û uranyûmê li ciyekî kom bikin û ji holê rakin, çi li heman cihî be yan li cîhek din be."
Wî got, "Em ê wî karî her bikin çi bi wan re yan jî bê wan. Ger peymanek tune be, em ê bi wan re bi awayekî leşkerî pir dijwar tevbigerin, wî çaxî em ê materyalan berhev bikin û ji holê rakin."
Serok Trump got ku her du alî "gelek nêzîkî" gihîştina rêkeftineke dawî ne, lê hîn jî çend pirsgirêk hene.
Serok Trump her wiha tekez kir ku hîn jî ti planên wî tune ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê kêm bike. Wî got ku nêzîkî 50,000 leşkerên Amerîkî dê li herêmê bimînin heya ku pêvajoya danûstandinan û rêkeftinên ewlehiyê bigihîjin "qonaxek temam".
Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor Reutersê Wezîrê Navxweyî yê Pakistanê "nameyeke taybet" ji serokê artêşê General Asim Mûnîr û Serokwezîr Şehbaz Şerîf ji Mucteba Xamineyî re biriye, ku piştî kuştina bavê wî Elî Xamineyî wek rêberê Îranê hate ragihandin.
Ji destpêka aloziyên li herêmê Pakistan di nava hewildanan de ye ku Amerîka û Îran bigihin rêkeftinekê û dawî li şer û pevçûnan bînin.