Serok Trump: Ev Rêkeftin dê Aştî û Ewlehîyê Bîne Tevahiya Herêmê

Serok Donald Trump

Di daxuyaniyekê de, Serokê Amerîkayê ragihand ku peymana nû ya bi Îranê re dê aştî û ewlehiyê ji bo tevahiya herêmê bîne. Wî got ku gelek serokên berê hewl dane ku bi Îranê re aştiyek bidin avakirin, lê bi ser neketine.

Serok Trump di peyama xwe ya duyemîn a ser temambûna rêkeftinê ku di Truth Social de weşand got, "ji bo cara yekem, rêberên herêmê serokek dîtine ku dikare alîkariya wan bike da ku bigihîjin aştiya rastîn."

Li gorî daxuyaniyê, piştî îmzekirina peymanê dê roja Îna dahatî, Tengava Hormuzê ji nû ve were vekirin û bernameyên paqijkirina mînan jî dê dest pê bikin.

Naveroka peyama serok Trump wehaye; "Ev Peymana Mezin dê Aştî û Ewlehiyê bîne tevahiya Herêmê. Gelek serokan hewl dane ku bi Îranê re Aştî bikin, û berî min hemû têk çûne. Rêberên Herêmê, cara yekem, Serokek dîtine ku dikare alîkariya wan bike ku Aştîya rastîn bi dest bixin. Bi vekirina Tengava Deryayê piştî îmzekirina rêkeftinê roja Înê, ji bo rakirina mînan, petrol dê ji her du aliyan ve ji bo Herêmê û Cîhanê dîsa biherike!"

Wek tê zanîn ku berî niha jî serok Trump di peyamek taybet de temambûna rêkeftina bi Îranê re ragihand bû û gotbû ku rê li ber vekirina bê-sînor a Tengava Hormuzê hatiye vekirin û di heman demê de fermana rakirina dorpêça hêzên Amerîkayê li dijî benderên Îranê ragihand bû.

Piştî peyamên Donald Trump, reaksyon ji gelek alîyan ve hatin nîşa dan, pêşî Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Muhammed bin Ebdulrehman Al-Sanî, lihevtêgihîştina di navbera Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de wekî gaveke erênî ji bo sivikkirina aloziyan û xurtkirina aramiya herêmî pêşwazî kir.

Serokwezîrê Qeterê her wiha ji bo rola lîstina di amadekirina qonaxa gihîştina vê lihevtêgihîştinê de spasiya Pakistan û aliyên peywendîdar ên herêmî û navneteweyî kir.