Serokê Amerîkayê Donald Trump, êvariya Şemiyê di peyameke xwe de Îran hişyar kir û got ku eger Îran agirbestê binpê bike, dibe ku ew neçar bimînin ku operasyona leşkerî yya ku bi serkeftî destpêkirbû temam bikin.
Serok Trump got, ku "dema ku ev bibe, tiştek bi navê Komara Îslamî ya Îranê namîne."
"Balafirên şer ên Amerîkayê li beramberî carek din binpêkirina agirbestê, mûşek û radarên Îranê li peravê bombebaran kirin!," Trump got.
Peyama Serok Trump a di Truth Social deweşandî weha ye; " Balafirên şer ên Amerîkayê ji ber binpêkirina Agirbestê, dîsa li cihên depoyên mûşek û dronan û cihên radarên peravê yên Îranê xistin! Pir mimkûn e ku ew qet bi jîrmendî tevnegerin! Dibe ku demek were ku em êdî nikaribin bi aram bin û neçar bimînin ku karê ku me bi serkeftî dest pê kiriye bi awayekî leşkerî temam bikin. Ger ev bibe, Komara Îslamî ya Îranê êdî tune dibe."
Îranê di rojên dawî de bi karanîna dronan êrîşî tankerên petrolê yên li nêzî Tengava Hormuzê kiriye, Îran aagirbestê binpê dike ya ku bi navbeynkariya Pakistan, Qeter û welatên din pêkhatî.