Serokê Amerîkayê Donald Trump, şeva borî gote rojnamevan ku ew rastî gelek gefan tê û hin ji wan gefên ewlehîyê ne ku gel bi wan nizane.
Serok Trump ev gotin kirin dema ku bersiva rojnamevnan dayî derbarê guherandina balafira xwe, dema ku ji Hilcivîna NATO'yê ya li Tirkîyê vegerîya.
Ev cara yekem e ku Trump berferehîyên gefa li ser geşta wî ji Tirkîyê bi rojnamevanan re parve dike.
Trump got ku piştî civîna NATO'yê ya li Tirkîyê, Asyîşa Taybet a Koşka Sipî li ser bingeha ku gumanek ewlehîyê heye, ji wî xwest ku balafira xwe biguherîne.
Trump herwiha got: “Ez dibînim ku dibe ez serokê herî bi bandor im.” Wî li ser gefên ku li dijî wî hene jî anî ziman ku gelek gef li dijî wî hene, lê raya giştî ji wan agahdar nîne.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ji tiştekî natirse û helwesta wî ev e ku çi dibe bila bibe.
Di heman axaftinê de, Trump behsa rewşa Tengava Hormuzê û îhtîmala çalakîyekê ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve kir.
Trump got ku Amerîkayê kontrola Tengava Hormuzê dike û hişyarî da ku ger Komara Îslamî li wê tengavê gavên dijwar bavêje, dê encamên giran li bendê wê bin.
Wî herweha got, dibe rojekê Komara Îslamî ya Îranê li Tengava Hormuzê tiştek weha bike ku bibe sedema wêrnakirina wê.
Fox New çend daxuyanîyên Serok Trump di platforma xwe ya X'ê de weşandin.