Serokê Amerîkayê Donald Trump berevanîya biryara xwe ya êrîşa li ser Îranê kir û got ku eger pêwîst be ew ê sed carên din êrîş bike.
Trump bi rêya telefonê ji Radyoya 77 WABC re got, "Îran ti bijarên nehîştine ji bilî ku em lê bidin û ez ê heman tiştî sed carên din bikim."
Serokê Amerîkayê dibêje ku hêzên Amerîkayê Tengava Hormuzê kontrol kiriye û derbeyeke wêranker li Îranê daye.
"Me rêberên wan ji holê rakirine û niha ev beşek ji pirsgirêkê ye. Ji ber ku êdî kes nizane rêberê wan kî ye," Trump got.
Serokê Trump anî ziman ku "Gelê Amerîkayê fêm dike ku bihayên sotemenîyê ji ber Îranê hinekî zêde bûne, lê ew dizanin ku şer bijareke rast bû. Ji ber ku divê Îran negihêje çekên navokî û divê qet negihêje wan.”