Trump: Gelê Îranê Kengî Dê Rabe Ser Xwe û Serhildanê Bike?

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de li ser malpera civakî Truth Social got ku armanca wî ne ew e ku Îranê neçar bike ku vegere ser maseya danûstandinan.

Trump got, niha rewşa ku Îran têde ye, ji rewşa danûstandinan ji wî re baştire.

Trump, îşaret bi raporek ABC-yê kir ku îdia dikir ku Washington hewl dide Îranê bîne ser maseya danûstandinan.

"Ew hewl nade ku Îranê neçar bike ku li ser maseya danûstandinê rûne, wekî ku ABC Fake News ragihandiye," Serok Trump got.

Trump nivîsand: "Ez weha nakim ku peymanek bêwate bi [Îranê] re îmze bikim."

Wî got: "Ez ji rewşa heyî kêfxweş im ku em Tengava Hormuzê kontrol dikin û aboriya Îranê bi tevahî hildiweşe."

Serok Trump di dawiya peyama xwe de, axiftina xwe arasteyî gelê Îranê kir û got, "Gelê Îranê kengî dê rabe serxwe û serî hilde?"