Trump Pêşbînî Dike Gera Nû ya Gotûbêjan bi Îranê re Vê Hefteyê Bê Kirin

Rojekê piştî ku pêşnîyara Îranê ya dawîkirina şer red kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê di hevpeyvîneke telefonê de bi Axios re got ku ew pêşbînî dike ku danûstandinkarên Amerîkî di vê hefteyê de gerek nû ya gotûbêjan bi Îranê re bikin.

Axios dibûje ku Qeter û navbeynkarên din ên herêmî hewl didin danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de ji nû ve bidin destpêkirin, lê herdu alî derbarê mijarên sereke de ji hev dûr in.

Serok Trump got: "Ez pêşbînî dikim ku vê hefteyê gotûbêjên zêdetir bi Îranê re çêbibin. Ew dixwazin peymanekê çêbikin, lê ev ne ew peyman e ku ez dixwazim çêbikim. Ev dibe ku ew tişt e ku me berî salekê li ser li hev bikira. Wan lîstika xwe bi awayekî şaş kir."

Li gor malpera Axios, du çavkanîyên herêmî gotina Trump a li ser gotûbêjên zêdetir di vê hefteyê de piştrast kir. Wan got ku ew pêşbînî dikin ku di zûtirîn dem de, roja Duşemê, gera duyem a diyaloga nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de dest pê bike.

Di vê navberê de, Trump got ku artêşa Amerîkî alîkarîyê dike ku gelek petrol ji Tengava Hormûzê derbas be. Wî got ku di dawîya hefteyê de "Zêdetirî 20 milyon bermîlên petrolê, ku mezintirîn mîqdara petrolê ji destpêka şer ve, di tengavê re derbas bûye.

Berpirsekî parastinê yê Amerîkî gotina Trump piştrast kir û got ku roja Îniyê bi şev 22 milyon bermîl petrol di tengava Hormuzê re hatine hinardekirin.