Serokê Amerîkî Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku bijara niha li ber destê wî ew e ku ligel Îranê rêkeftinekê îmze bike an jî wê bi tevahî ji holê rake.
Trump di hevpeyvînekê de bo kenala Fox News diyar kir, “Gelo ez ligel Îranîyan rêkeftinekê îmze bikim yan jî bi tevahî wan ji holê rakim?”
Trump got ku Tehran di vê demê de di derbarê saziyên xwe yên navokî de ti tevgerên mezin nake û tekez kir ku Washington ji nêz ve çavdêriya her gavekê dike.
Lê Trump ragihand ku, "Îro ti êrîş li ser Îranê çênabe."
Trump herwiha axaftina xwe ya ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir û rexneyên tund li siyaseta koçberîyê ya welatên Ewropî girtin.
Trump ragihand ku wî ji Macron re gotiye, "Hûn Fransayê wêran dikin, hûn rê didin kesên ku ji welatê we hez nakin û dijberîya wî dikin, derbasî welatê we bibin."
Serokê Amerîkî tekez kir ku rêberên Ewropî dergehên welatên xwe ji kesên ku çand û kevneşopîyên wan red dikin re vekirine.
Trump balkişand li ser rewşa Fransa, Spanya û Îtalyayê û ragihand ku koçberîya girseyî bûye sedema sereke ya derketina nerazîbûn û protestoyên vê dawîyê di wan welatan de.