Trump Piştrast Kir ku Amerîkayê li Îranê Xistî Ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku hêzên Amerîkayê êrîşek li ser armancek destnîşankirî ya Îranî pêk anîye.

Di axaftineke xwe de bi rêya telefonê ji bo bernameya Fox & Friends, Trump got ku hêzên Amerîkayê şeva borî bingehek berevaniya esmanî ya Îranê kire armanc û hilweşand. Wî got ku ev operasyon êrîşeke sînordar bûye, ev ne gaveke yekser a ji bo mezinbûna şer e.

Trump got ku Îranê nêzîkî du mehane li ser avakirina wê bingehê dest bi xebatê kirîye, û Amerîka di vê demê de çavdêriya avakirinê dikir. Wî got, piştî ku bingeh hate temamkirin, hêzên Amerîkayê operasyon pêk anîn û ew hilweşand.

Trump herwiha diyar kir ku piştî êrîşên berê yên Amerîkayê, Îranê êdî ne firokeyên şerker ên çalak hene û ne jî sistemên berevaniya esmanî yên karîger ma ne.

Trump hişyariyek da û operasyona leşkerî ya Amerîkayê li Venezuelayê wek nimûneyek anî û got ku hêza leşkerî ya Amerîkayê dikare pevçûnek bilez bidawî bike.
Trump got: "Îran jî dikare heman çarenûsê bibîne."

Wî herwiha got ku bernameya navokî ya Îranê metirsiyeke mezin bû, lê di heman demê de eşkere kir ku ew naxwaze şerekî mezin û dirêj dest pê bike.

Trump dibêje ku Amerîka dikare bilez li dijî Îranê hereket bike, lê armanc ne berfirehkirina şer e, belkî rawestandina metirsiya bernameya navokî ya Îranê ye.