Trump Dibêje Îran Êdî Jibo Îraqê Ne Kêşe ye

U.S. President Trump meets with Iraqi PM Ali al-Zaidi in Washington

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê li Koşka Spî pêşwazîya serokwezîrê nû yê Îraqê Elî el-Zeydî û şayenda payebîlînd ya hikûmeta wî kir ku her du serokan di civînekê de mijarên heremî nirxandin.

Her du serokan berîya destpêkirina civînê, bersîva pirsên rojnamevanan dan.

Trump ragihand ku "Îran, li ser Îraqê barekî mezin bû jiber ku ew zordarê Rojhilata Navîn bûn."

Wî berdewamî destnîşan kir ku lê “êdî ewê kêşeyeke niha ya Îraqê tunebe, jiber ku Îran hatîye lawaz kirin û li gor çar mehên berê hêza wê ya leşkerî tenê beşek piçûk e maye.”

"Loma êdî ewê (Îraqî) rûbirûyê kêşeyeke wiha nebin. Ez bawer dikim ku, bi awayekî, ev yek azadî daye wan ku ew tiştê ku divê bikin, dikarin bikin. Û bi ya min, ev yek ji sedeman e ku kompoanîyên me yên petrolê di astên ku berê qet nehatine dîtin de, diçin wir (Îraqê)," wî got.

Trump herwiha dîyar kir ku Amerîka wê bi Îraqê re gelek peymanan çê bike û ji hevdem ewê ji wî welatî gelek petrolê derxînin ku jixwe “piranîya petrolê ji alîyê kompanîyên Amerîkî ve tê derxistin.”

"Îraq jiber petrola xwe xwedî potansîyeleke mezin e... û emê gelek peymanan çê bikin. Em ê jibo her du welatan jî gelek karan biafirînin û emê gelek petrol derxînin."

Li ser pîrsekî din, Trump anî ziman ku welatên li seranserê Rojhilata Navîn û derveyî wê jibo çareserkirina serdestîya Îranê ya li ser herêmê tên cem hevdu, û Tehran wekî "zordar"ê Rojhilata Navîn pênase kir.

"Bî bawerîya min wê her tişt baş bibe. Ez difikirim ku mirovên li Rojhilata Navîn... li hev dicivin. Em ji zordarê Rojhilata Navîn xilas dibin. Îran zordar ê Rojhilata Navîn bû," wî got.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî ligel serok Trump bersîva pirsên rojnamevanan da.

Rojnamevanan ji Zeydî pirsîn, ka gelo ew difikire ku Îraqê ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) derxîne yan na.

Zeydî rasterast bersîva wê pirsê neda, lê got ku “divê Îraq di nava OPEC”e de xwedî pareke dadmendwer be.”

"Îraq yek ji endamên damezrîner yên OPECê ye... Mafê me ye ku em jibo Îraqê pareke dadmendwer bistînin," wî got.

Zeydî bal kişand ser şerên berê yên Îraqê bi koma tundre ya Dewleta Îslamî (DAÎŞ) re ku bûye sedema barek giran yê darayî li ser Bexdayê û binesaziya wê wêran kiriye.

"Ziyana ku li Îraqê çêbûye ji 400 mîlyar dolarî derbaz dibe, û heta îro hin jî Îraqîyên ku xanîyên wan xirabûyî ne û di kempan de dijîn, hene. Planek min heye ku wan vegerînim malên wan, û loma ez di OPEC’ê de jibo Îraqê parek dadmendwar daxwaz dikim," wî got.

Ligel Zeydî, şanda Îraqê ji wezîrê Derve Fûad Husên, wezîrê darayî Faleh el-Sarî, wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xudayir, wezîrê bazirganiyê Mustafa Nizar Cum'ia, û Balyoz Nizar el-Xeyrallah û Krikor Der-Hagopian pêk tê.

Ji alîyê Amerîkayê de jî, Cîgirê Serok JD Vance, wezîrê Derve Marco Rubio, wezîrê Xezîneyê Scott Bessent, wezîrê cengê Pete Hegseth, berpirsa karmendên Koşka Spî Susie Wiles, û Nûnerê Taybet yê Îraq û Sûrîyê Tom Barrack jî ligel Serok Trum bûn.

Hêjayê gotinê ye ku serdana Zeydî û şandeya wî ya payebilind li Amerîka duh evarê destpê kir; ku dixwaze di pişesazîyên petrol, gaz û elektrîkê de veberhênana mezin ya Amerîka bidest bixe, piştî ku şerê Îranê bandor li ser hilberîna petrol kiriye û rewşa darayî ya Bexdayî rûbirûyê dijwarîyan hiêtîye.

Elî Zeydî yê 41 salî, karsazekî bê paşeroja siyasî, serokwezîrê herî ciwan yê dîroka Îraqê ye.