Trump: Eger Malikî Bibe Serokwezîr, Dê Amerîka Nema Alîkarîya Îraqê Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Îraqê ku ew eger siyasetmedar Nûrî el Malikî bibe serokwezîrê welêt, Amerîka nema piştgirîya Îraqê dike.

Trump îro Sêşemê di postekê de ser platforma Truth Social got: “Ez dibihîzim ki welatê mezin yê Îraqê dibe ku bijareyeke gelekî xirab bi danîna Nûrî el Malikî wekî serokwezîr bistîne.”


“Cara dawî Malikî di desthilatê, welat ket nav hejarî û bêserûberîyeke tevahî. Divê rê li ber wê yekî dîsa neyê dayîn. Ji ber siyaset û îdyolojîyên wî yên dîn, eger hate hilbijartin, ewê Amerîka nema êdî alîkarîya Îraqê bike. Eger em ne li wir bin bo alîkarîyê, derfeta Îranê ji bo serkeftin, pêşveçûn û azadîyê tuneye. Îraqê Dîsa Mezin Bike!” serok Trump got.

Koalisyona Şîa ya Çarçoveya Hemahengîyê roja Şemîyê Malikî ji bo postê ragihand Malikî ji 2006 heta 2014 serokwezîrê Îraqê bû.