Trump: Hêzên Amerîka Rêberekî Daiş li Nejîryayê Kuşt

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rêberê duwem ê rêxistina terorîst a Daişê li ser asta cîhanê li Nîjeryayê hate kuştin.

Trump derengî Înê li ser platforma Truth Social ragihand ku Ebû Bîlal el Minukî di operasyoneke hevbeş a hêzên Amerîka û yên Nîjeryayê de hate kuştin.

"Îşev, bi fermana min, hêzên wêrek ên Amerîka û Nejîryayê erkekî pir aloz û plankirî bê kêmasî pêk anîn ji bo jiholêrakirina terorîstê herî çalak li cîhanê," Serokê Amerîkî got.

"Ebû Bîlal el Minukî, duwem kes di fermandarîya Daişê de li ser asta cîhanî, bawer dikir ku ew dikare xwe li Afrîqayê veşêre, lê wî nizanîbû ku çavkanîyên me agahî derbarê ka wî çi dikir didan me. Ew nema êdî xelkê Afrîqayê terorîze dike, ne jî plana operasyonan ji bo armanckirina Amerîkîyan dike. Bi tunekirina wî, operasyonên Daiş ên cîhanî awayekî berçav lawaz dibin," Serok Trump got.

Serokê Nejîryayê Bola Ehmed Tinubu jî li ser platforma X'ê piştrast kir ku el Minukî û çend fermandarên wî di wê êrîşa hevbeş de li wîlayeta Bornoyê li bakurê rojhilatê Nejîryayê hatin kuştin.

Wî got ku hêzên welatî wî ji nêz ve ligel hêzên Amerîkî di operasyona hevbeş de kar kir. Trump jî spasîya hikûmeta Nejîryayê ji bo hevkarîya di operasyonê de kir.

Ev bûye 17 sal ku komên terorîst wekî Boko Haram û Dewleta Îslamî li Rojavayê Afrîqayê tundûtûjîyê dikin. Di encamê de bi hezaran kes hatine kuştin û du milyon kes jî derbider bûne.