Trump: Alîkarîya Amerîkayê bo Îsraîlê Dê Dawîya Salê Raweste

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Amerîka dê dawîya vê salê êdî alîkarîya leşkerî ya salane bo Îsraîlê, ku nêzîkî 4 milyar dolar e, rawestîne.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, Trump got ku Îsraîl êdî hewcedarê vê alîkarîyê nîne û dikare çek û amûrên xwe bi xwe bikire.

"Ew êdî hewcedarê vê alîkariyê nîn in, Îsraîl welatekî pir pêşketî û xurt e," Serokê Amerîkî got. "Me 4 milyar dolar dida wan, û niha jî didin, lê ev alîkarî dê di dawîya salê de raweste."

Trump diyar kir ku ev alîkarî hem pere û hem jî alîkarîya leşkerî digirt nav xwe. Wî herwiha got ku ew ligel Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê, li ser vê mijarê axivîye û ev bîroke ji alîyê Netanyahu ve hatiye pêşniyarkirin.

Serokê Amerîkî got ku tevî rawestandina alîkarîyê, Îsraîl hîn jî dikare çek û amûrên leşkerî ji Amerîkayê bikire.

Li gor peymana niha ya alîkarîya ewlehîyê ya di navbera Amerîka û Îsraîlê de, Washington heta sala 2028'an salane nêzîkî 3.8 milyar dolar alîkarîya leşkerî dide Îsraîlê.

Netanyahu berê jî gotibû ku re dixwaze Îsraîl gav bi gav kêmtir bi alîkarîya leşkerî ya Amerîkayê ve girêdayî be.