Trump: Îsraîl û Îranê li ser Agirbesteke Bilez Dixebitin

Serokê Amerîkayê Donald Trump

WASHINGTON – Serokê Amerîkayê, Donald Trump, di daxuyanîyekê de got ku hem Îsraîl û hem jî Îran dixwazin bi lez agirbestekê pêk bînin, di dema ku danûstandinên dawî yên li ser “aştîyê” berdewam in.

Trump ser platfroma Truth Social got ku herdu alî li ser pêkanîna agirbesteke bilez dixebitin û ku pêvajoya danûstandinên dawî tên berdewamkirin.

Trump bal kişand ser agirbesta heyî û got ku eger nezanîn û bêaqilî nebin asteng, ewê berdewam bike.

Trum ser dorpêça li ser benderên Îranê jî got "Heta ku peymaneke dawî çê nebe dorpêç bi hemî hêz û bandora xwe dê berdewam bibe û divê ku pirsgirêk bilez werin çareserkirin."

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrîşên ji alîyê Îran û Îsraîlê ve tên berdewamkirin, Serokê Amerîkayê çend peyam ragihandin, berî niha jî bang li Îran û Îsraîlê kiribû ku di demek nêzîk û bilez de divê herdu alî êrîşan rawestînin û agirbestê pêk bînin.

Êvara Yekşemê, piştî ku Komara Îslamî êrîşên mûşekî li ser Îsraîlê wek bersivek li ser êrîşa wê ya li ser taxeke Beyrûtê pêk anî, Serok Trump gotibû ku ew ê bi Netanyahu re telefon bike û jê bixwaze ku bersivê nede.