Trump Îro ligel Serokwezîra Japonê Kom Dibe

Civîna Trump û Takaichi li Tokyo, 28'ê Cotmehê, 2025.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ligel Serowezerzîra Japonê Sanae Takaichi li Koşka Sipî kom dibe.

Berî ku berê xwe bide Amerîkayê, Takaichi ji rojnamevanan re got: "Divê em ji bo vegerandina aştî û aramîyê li Rojhilata Navîn bixebitin. Ez hêvî dikim ku vê yekê bi berfirehî gotûbêj bikim."

Japon'ê keştîyên şer neşand herêmê dema ku Serok Trump bang li hevalbendên Amerîkayê kir ku alîkarîya parastina Tengava Hormuzê bikin. Lê Trump paşê got ku ew nema êdî "alîkarîya kesekî" dixwaze.

Trump roja Sêşemê li ser platforma Truth Social got: "Ji ber rastîya ku me serkeftinên leşkerî pêk anîne, me nema ne pêdivî ne jî hez heye ku welatên NATO'yê alîkarîyê bikin. Me qet pêdivî nebû. Bi heman awayî jî, Japon, Australya û Koreya Başûr."

Demeke kurt piştî ku ew wekî yekem serokwezîra jin ya Japonê hate hilbijartin, Takaichi li Cotmeha 2025'an ligel Trump li Tokyo kom bû.

Koşka Sipî piştî wan danûstandinan di daxuyanîyekê de hevkarîya li ser weberhênana aborî, ewlekarî û bihêzkirina peywendîyên dualî kir.